Li Nurdağıya Gaziantepê pêvajoya komkirina pîvazan dewam dike. Li navçeyê germahî carinan dibe 40 derece, lê welatî guh nadin germê û pîvazan berhev dikin.
Hin kes pîvazan berhev dikin, hin serobin dikin, hin jî dixin torbeyan û devê wan didirûn.
Cotkar ji bo pîvazên xwe rakin serê sibê zû tên û heta derengiya mexrebê dixbebitin.
Li navçeyê carinan germahî dibe 40 derece, lê welatî guh nadin germê û pîvazên xwe berhev dikin.
Hin zarok jî ji bo berhevkirina pîvazan alîkariyê didin malbatên xwe.
Tê gotin ku wê berhevkirina pîvazan piştî 10 rojan biqede, ji ber vê jî cotkar niha ecele dikin.