Wextê tehmandina fisteqan e

Sêrtî him darên xwe aşî dikin him jî qelemên fisteqan difiroşin bajarên din

Wextê tehmandina fisteqan e

Li Sêrtê her sal di vî wextî de welatî darên xwe yên fisteqê aşî dikin. Îsal jî wext hat. Welatiyên Sêrtî him darên xwe ditehmînin yanî aşî dikin him jî qelemên fisteqan difiroşin bajarên din.

Ev der baxçeyekî li nêzî Sêrtê ye.

Ewil bi awayekî gelek hesas qelemên fisteqan dibirin paşê jî yek bi yek darên xwe aşî dikin.

Welatî her sal di vî wextî de dest bi tehmandina darên xwe dikin.

Ji ber ku fisteqên Sêrtê gelek xweş in jî cotkarên bajarên din qelemên tehman ji Sêrtê dikirin.

Cotkar dibêjin me qelemên fisteqan şandine bajarên wekî Êlih, Amed, Sêrt, Şirnex, Riha û Meraşê.

Li Sêrtê 350 hezar donim erdê fisteqan heye. Li gorî agahiyan li bajêr bi temamî 15 milyon darên fisteqan hene.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE