Xaltîka 91 salî ya dengbêj

Ji zarokatiya xwe heta niha him distêre him helbestan dixwîne...

Xaltîka 91 salî ya dengbêj

Emîne Afşîna 91 salî li Şehîtkamîla Gaziantepê dije. Li Besniya navçeya Adıyamanê, li gundê Hecîxelîlê hatiye dinyayê. Serpêhatiya wê jî gelek dilsoj e. Ji 2 saliya xwe heta niha him distêre him jî helbestan dixwîne.

Emine Afşina 91 salî ji Besniya Adıyamanê ye û stranan dibêje, helbestan dixwîne.

Wexta bavê Emine Afşinê leşker bûye, li eniyê bi zatûreyê dikeve û wefat dike. Dayika Emine jî li ser wê helbestekê çêdike û dibêje.

Di 15 saliya xwe de dizewice, 12 zarokên wê çêdibin û 9 zarok wefat dikin.

Bi serpêhatiyeke bi êş û elem ew her tim distêre.

Di 1972yan de li Stenbolê wexta ku dengê wê tê ecibandin, jê re plak jî çêdikin. Lê ji ber tesîra civakê dev ji muzîkê berdide û vedigere gundê xwe.

Bi Kurdî û Tirkî stranan dibêje, helbestan dixwîne. Heta niha gelek televîzyonan xwestiyê pê re hevpeyvîn bike lê ew bi tenê bi TRT KURDÎyê re axiviye.

Ji bo bernameya RÛBAR belgefîlma Fatma Afşinê hatiye kişandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE