Li Malatyayê ji aliyê ciwanê bi navê Metehan Alp ve projeyeke balkêş û taybet hat çêkirin. Metehan hemû amûrên mala xwe serobino kirin û daliqandin. Ev yek jî ji aliyê gelek kesan ve hat ecibandin.
Perde serobin in, kursî serobin in, teşt û tiştên têde serobin in.
Di vê malê de her tişt serobin e.
Ev nûçe ji maleke taybet a li Malatyayê ne.
Ciwanê bi navê Metehan Alp bi amûrên ku ji bapîr û kalikê wî mabûn, projeyeke balkêş çêkir.
Di projeyê de Metehan hemû amûrên nava malê serobin kirin û dalikandin. Bi vî awayî xebateke nû û balkêş amade kir.
Gelek kes tên vê mala serobino û ji xwe re têr wêneyan dikişînin.