Abdullah Ağaya, şeva 15ê Tîrmeha 2016an du pitikên xwe yên cêwî li malê berdan û çû ber Şaredariya Îstanbulê. Ağaya, wê şevê bû xazî û wê şevê jî qet ji bîr nake.
Abdullah Ağaya ew jî yek ji gaziyên 15ê Tîrmeha 2016an e.
Wê şevê her du pitikên xwe yên cêwî li malê hiştin û derket kolanan.
Abdullah Ağaya di şeva 15ê Tîrmehê de çû ber Şaredariya Stenbolê û li dijî darbekaran li ber xwe da, bû xazî.
Ağaya got ez ji bo parastina welatê xwe wê şevê derketim derve.
Ağaya got,“Me li malê li televîzyonê temaşe dikir. Çawa min bîhîst darbe dibe ez demildest derketim derve. Ez çûm ber Şaredariya Îstanbulê. Li wir gule berdan ser min. Du zarokên min hebûn. 10 zarokên min hebûna jî ez ê dîsa derketima. Ez ji bo welatê xwe wê şevê derketim.”