Xebat û keda 60 salan

Ekrem Hoste bi salan e karê dirûnê dike…

Xebat û keda 60 salan

Hin kes hene bi salan heman karî dikin. Yek ji wan kesan jî li Xinisa Erziromê welatiyê bi navê Ekrem Parladı ye. Ev 60 sal in Ekrem Hoste karê dirûnê dike. Welatî him ji hosteyê xwe him jî ji karê wî gelek qayîl in.

Ewil qumaşên taybet dineqîne, paşê didirû, herî dawî jî bi çavê xwe kontrol dike.

Navê vî hosteyê bitecrûbe Ekrem Parladı ye. Hoste Ekrem li Xinisa Erziromê dijî û di 9 saliya xwe de dest bi karê dirûnê kiriye.

Hoste niha 71 salî ye û êdî bûye xwediyê tecrûbeya 60 salan.

Kurê wî Murat Parladı jî li cem bavê xwe dixebite û karê bavê xwe didomîne.

Gelê navçeyê him ji hosteyê bitecrûbe him jî ji karê wî gelek qayîl e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE