Xebata belavkirina hinaran

Şaredariya Bajarê Mezin a Şanlıurfayê her sal nêzî 45 ton hinarên Suruçê li feqîran belav dike

Xebata belavkirina hinaran

Hinarên Suruça Şanlıurfayê gelek bİ nav û deng İn. Şaredariya Bajarê Mezin jî her sal him ji bo piştgiriya xwediyên baxçeyan, him jî ji bo alîkariya welatiyên li bajêr xebatekê dike. Di çarçoveya xebatê de nêzî 45 ton hinar li hewcedaran tê belavkirin.

Jinên xebatkar ên şaredariyê hinaran diçinin, dixin qaseyan, paşÊ wesayîta şaredariyê li bajêr li malên hewcedar belav dike.

Hinarên Suruça Şanlıurfayê gelekî bi nav û deng in. Lê hin caran xwediyên baxçeyên hinaran di firotinê de tengasiyê dikişînin.

Şaredariya Bajarê Mezin jî her sal him ji bo piştgiriya xwediyên baxçeyan, him jî ji bo hewcedaran xebatekê dike.

Di çarçoveya xebatê de hinarên ku tên berhevkirin li kesên hewcedar tên belavkirin.

Tê gotin ku Şaredariya Bajarê Mezin her sal bi vî awayî nêzî 45 ton hinar belav dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE