Xebata li zozanên Feraşînê

Riyên ji ber berf û baranê xera bûne tên çêkirin

Xebata li zozanên Feraşînê

Zozanên Feraşîna Bêşebaba Şirnexê cihê koçeran e û li gorî beh 2 hezar û 625 metre bilind e. Ji ber berf û baranê riyên feraşînê xera bûbûn. Qeymeqamî û tîmên xizmeta gundan ên navçeyê ji bo vekirina riyan dest bi xebatekê kirin.

Zozanên Feraşînê bi hewaya xwe ya hênik û bi gihayên xwe yên xweş cihê koçeran e.

Her sal bi hezaran koçer û bi milyonan pez ji bo çêreyê tên zozanên Feraşînê.

Feraşîna li Bêşebaba Şirnexê li gorî behrê 2 hezar û 625 metre bilind e.

Ji ber berf û baranê jî her sal riyên wê an xera dibin.

Qeymeqamî û Tîmên Xizmetên Gundan ên navçeyê dest bi xebatê kirin.

Di çarçoveya xebatê de riyên zozanên Feraşînê bihost bihost tên çêkirin.

Rayedar dibêjin ji niha ve zêdetirî 50 keriyên pez li Feraşînê diçêrin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE