Li Semsûrê, di çarçoveya projeya komageneyê de ji aliyê tîmên midûriyeta muzeyan ve gorên kevirên tarsayê tên paqijkirin. gorên ji heyamên rûm û bîzansiyan wê piştî paqijkirinê ji serdana turîstan re bên vekirin.
Gorên Tarsayê ji heyamên Rûm û Bîzansiyan mane.
Hemû jî di nava keviran de hate çêkirin.
Midûriyeta Muzeyan a Semsûrê di çarçoveya Projeya Komageneyê de ji bo wan goran xebateke paqijkirinê da destpêkirin.
Tîmên Mûdiryetê heta niha 20 gor paqij kirine û wê di rojên bê de gorên din jî bên paqijkirin.
Gorên dîrokî wê piştî paqijkirinê ji bo turîstan bên vekirin. AA