Malbatên ji bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji bona komkirina findiqan hatine Duzceyê ji mal û xizmên xwe dûr bi xemgînî Eyda Qurbanê pîroz dikin.
Xebatkarên demsalî yên li Akçakocaya navçeya Duzceyê li qada ku ji wan ra hatiye veqetandin dimînin û findiqan kom dikin, her sal ji bajarên dûr tên û pirî caran ji mal û xizmên xwe dûr eydê pîroz dikin.
Xebatkarên demsalî ji bona debara xwe bikin bi yewmiye findiqan kom dikin. Xebatkar û pale sibehê di 07.00an da dest pê dikin û heta 18.00an dixebitin.
Malbatên karên demsalî dikin ji mal û xizmên xwe dûr bi xemgînî Eyda Qurbanê pîroz dikin.AA