Ji ber şewbê hinek kar û bar hema bêjin sekinîn lê cotkarî û çandinî dewam dike. Cotkarên Mûşê payîzê genim û ceh çandibûn. Bi hatina biharê re dest bi avêtina gubreyê kirin.
Îsal ji ber şewbê kar û bar zêdetir hatin betalkirin, gelek kargeh û fabrîka hatin girtin.
Lê çandinî û cotkarî bênavber dewam dike. Cotkar ji bo gel hilberîna xwe didomînin.
Cotkarên Muşî payîzê ceh û genim çandibûn. Bihar hat û niha gubreyê davêjin zeviyên xwe.
Ji bo ku îsal zêde baran barî makine neketin zeviyan û cotkaran gubreya xwe bi destan avêt.
Ked û xîreta cotkaran dê heta payîzê dewam bike.