Li Samsata Semsûrê 300 semanekên ku beriya 6 mehan li xwezayê hatibûn berdan hînî jiyan û erdnîgariya herêmê bûn. Semanekên ku li ser daxwaza cotkarên herêmê hatin berdan, di heman wextê de wek nêçîrvanên qimil û qijnikan jî tên zanîn.
Li Samsata Semsûrê jiyana çolê roj bi roj geş dibe.
300 semanekên ku beriya 6 mehan ji bo pêşxistin û geşkirina jiyana çolê hatibûn berdan xwezayê, hînî erdnîgariya Semsûrê bûn.
Lewra li gorî agahiyên ku tên girtin hejmara wan di demeke kurt de zêde bûye û li her derê xuya dikin.
Semanekên ku li ser daxwaza cotkaran li çolê hatin berdan di heman wextê de wek neyarê qimil û qijnikan jî tên qebûlkirin.
Tê ragihandin di demeke kurt de wê nêzî 500 semanekên nû werin berdan xwezayê.