Xebatên kolandina Keleha Kefê wê dîrokê ronî bike

Bi destûra Wezareta Çand û Turîzmê va xebatên kolandinê bi serokatiya Midûrê Muzeya Xelatê Mîkaîl Ercek tên meşandin.

Xebatên kolandina Keleha Kefê wê dîrokê ronî bike

 Li Elcewaza navçeya Bidlîsê li Keleha Kefê ya ku ji dewra Urartuyan maye û 2300 raqim bilind e, piştî 50 salî xebatên kolandina arkeolojiyê dest pê kirin û tê payîn ku ev xebat wê dîrokê ronî bike.

Bi destûra Wezareta Çand û Turîzmê va xebatên kolandinê bi serokatiya Midûrê Muzeya Xelatê Mîkaîl Ercek tên meşandin. Xebat bi şêwirmendiya zanistî ya Doç. Dr. Îsmaîl Coşkunê Endamê Hîndekariyê yê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê dimeşe û 15 kes wezîfedar in.

Qralê Urartuyan Rusayê 2yem li quntara Çiyayê Sîpan yê li aliyê Gola Wanê Keleha Kefê daye avakirin û di kolanê da parçeyên kevir û seramîk hatin dîtin û li ser van parçeyan nivîsa mixî heye.

Doç Dr. Coşku got ku ew kêfxweş in ku li Keleha Kefê 50 sal şûnda xebatên arkeolojîk dest pê kirin.

Coşkun diyar kir ku wan di salona kelehê da dest bi kolanê kir û wiha dewam kir:

"Di vê çaviyê da me tiştên girîng derxistin. Me belgeyek dît ku li ser nivîsa mixî heye, dîsa seramîkeke ku li ser bi nivîsa mixî hatiye nivîsîn heye. Ev qesir heta beriya mîladê di sedsala 7em diçe. Me derxist holê ku agir bi kelehê ketiye."

"Li Qesrê 30 ode hatin tesbîtkirin"

Coşkun destnîşan kir ku Rusayê 2yan ê Qralê Urartuyan girîngî dida xebatên avakirinê, kevirên li vê derê di vekolanên li herêmê da jî nayên dîtin, qral bi kevirên andezît ên daye anîn va bi tenê salon çênekiriye di heman demê da ji bo avakirina sûrê jî bi kar aniye.

Coşkun diyar kir ku piştî şewatê qesr nehatiye xebitandin, talaneke mezin lê hatiye kirin û wiha pê da çû:

"Di xebatan da em dixwazin ku bermayiyên wê heyamê bibînin û lingên fîl dîsa rakin ser xwe. Ev kelheke 2650 salî ye. Rusayê 2yan di hema herî dewlemend a xwe da daye avakirin. Li qesrê di vekolanên berê da 30 ode hatibûn tesbîtkirin lêbelê li gor me herî kêm 100 ode hebûne. Plana me ew e ku sala pêşiya me odeyên din jî derxin holê. Em ê îsal dora lingên fîl vedin û derxin holê. Armanca me ew e ku bi vê vekolanê va tevkariyê bidin heyama Urartuyan û arkeolojiya Elcewazê. Der heqê bermayiyên di nav saziyê da agahiyên me zêde tunin. Em ê der barê Urartuyan û arkeolojiya herêmê da agahiyên teze bibînin."

Îsmaîl Demîrê Qaymeqam jî xebatên vekolanê kontrol kir û got, "Kelha Kefê ji avahiyên herî kevn ên dîroka mirovahiyê yek e."

Demîr got derxistina holê ya mekanên ji Urartuyan ra malxweyîtî kirine ji bo navçe û herêmê gelekî girîng e û wiha pê da çû: "Fikra min ew e ku vekolanên arkeolojîk ên li vê derê ew ê tevkariyê bide turîzm û sektorên din ên li vê derê. Ji mamosteyên ku vekolanê didomînin ra sipas dikim."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE