Xebatên koma wefayê dewam dikin

Aşxaneya Heyva Sor ji bo 700 malbatan xwarinê çêdike...

Xebatên koma wefayê dewam dikin

Şaxa Diyarbekirê Ya Heyva Sor di rojên qedexeyê de jî xizmetê dide. Xwarinên ku li aşxaneya komelê tên çêkirin li extiyar û hewcedaran tê belavkirin.

Şaredarî, weqf û komeleyên Diyarbekirê ji bo extiyar û bêkesên ku ji ber qedexeyê ji malê derneketin seferber bûn.

Di van rojên teng û zehmet de divê kal û pîrên bêkes û malbatên hewcedar neyên jibîrkirin.

Heyva Sor a şaxa Sûrê, di çarçoveya tevdîrên şewba koronayê da ji bo extiyar û nexweşên kronîk dişuxile.

Li aşxana komelê, her roj ji bo 700 malbatan, xwarinên cûda di sîtilên mezin da tên pehtandin.

Ji bo kesên ku nikarin werin aşxanê, tîmên koma wefayê diçin hawarê.

Tîmên wefayê pêşî li gorî ferdan, xwarinan di tasên seferê da amade dikin.

Pişt re jî di kuçeyên biçûk da mal bi mal digerin û xêran belav dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE