Di çarçoveya tevdîrên ji bo nexweşiya koronayê de extiyar û nexweşên kronîk nikarin ji malê derkevin. Ji bo ihtiyacên wan jî komên wefayê dişixulin. Komên wefayê yên batmanê ji bo wan pakêtên xurekê amade dikin diçin malên wan û li wan belav dikin.
Ji ber şewbê extiyar û nexweşên kronîk nikarin ji malê derkevin.
Li hemû bajaran ji bo hewcedariyên wan komên wefayê hatin amadekirin.
Li Batmanê jî di bin serokatiya walîtiyê de koma wefayê hat amadekirin. Serokê komê mele Mihemed Elî Sağdiç dibêje em ji bo hemû ihtiyacên wan li bal wan in.
Koma Wefayê ji bo hewcedaran pakêtên xurekê amade dike, mal bi mal digere û li wna belav dike.
Xebatên komê wê heta qedexeya derketina derve ya ji bo extiyar û nexweşên kronîk rabe dewam bikin.