Xebatên koma wefayê

Li xebatkarên ewlekariyê şorbe belav kirin û pirtûk dan zarokan

Xebatên koma wefayê

Di micadeleya li dijî vîrûsa koronayê de tevdîr, tedawî û piştevanî gelek girîng in. li Elazigê koma piştgiriyê ya wefayê, li xebatkarên ewlekariyê yên li derve dixebitin şorbe belav kirin. her wiha çûn serdana welatiyên ku di konteyniran de dimînin û pirtûk dan zarokan.

Li çar aliyên cihanê, micadeleya li dijî vîrûsa koronayê berdewam dike.

Ligel tevdîr û tedawiyê, piştevanî jî gelek girîng e.

Koma Piştgiriyê ya Wefayê, him ji bo welatiyan him jî ji bo xebatkarên ewlekariyê bê navber dixebite.

Komê li Elazigê jî şorbe îkramî polîsan kirin…

Hêzên me yên ewlekariyê bi şev û roj ji bo ewlehiya me dixebitin. Me jî îro got bi taybetî em hema şorbeyekê be jî îkramî wan bikin.

Pişt re jî çûn serdana welatiyên ku piştî erdhejê li konteyniran dijîn û pirtûk li zarokan belav kirin.

Heta ji destê me tê, em dixwazin xwe bigihînin hemû hewcedaran. heta ku ev rewş wisa be em ê li qadê bin û xebatên alîkariyê bidomînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE