Li Batmanê, ekîbên şaredariyê di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûsê de xebatên xwe didomînin. Ekîb, bi anonsan gel hişyar dikin. Kel û germahiya laşê wan dipîvin û maske li welatiyan belav dikin.
Li welêt ji bo şewba koronayê zêdetir belav nebe, tevdîrên berfireh tên standin.
Li Batmanê jî di çarçoveya tevdîran de, zabite li nav bajêr digerin û kontrolan dikin.
Ekîb, ji bo welatî ji mala xwe dernekevin bi anonsan wan hişyar dikin.
Her wiha kel û germahiya laşê welatiyan dipîvin û maskeyan li wan belav dikin.