Xebatên parastinê yên li Behra Wanê populasyona masîkefalan zêde kir

Xebatên parastinê yên li Behra Wanê populasyona masîkefalan zêde kir

 Populasyona masîkefalên li Behra Wanê dijîn û ji bo xerzên xwe daynin berî xwe didin çeman di encama xebatên parastinê da zêde bû.

Masîkefal di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê da ji bo xerzên xwe daynin berî xwe didim doxa çeman, û di vê heyamê da ji bo parastinê hem ji beja hem jî hewayê tevdîr tên hildan.

Saziyên elqedar û hêzên ewlekariyê ji bo pêşî li nêçîra qaçax a masîkefalan bibirin li ber behrê û dora çeman tevdîran hildidin, dema rewşeke neyînî bibînin midaxele dikin.

Bi saya hewla parastinê ya ekîbên mi kamerayên termal û droneyan li qadên xerzdanînê kontrola didomînin va populasyona masîkefalan zêde dibe.

Îbrahîm Gorentaşê Midûrê Çandinî û Daristanan a Bajêr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo parastina masiyan bi hevkariya gelek saziyan va xebatan dimeşînin.

Gorentaş got ku hêzên ewlekariyê û ekîbên din bi şev ûbi roj bi wan ra ne û wiha pê da çû:

"Li Behra Wanê û dora çeman ji bo parastina masîkefalan xebatên girîng tên kirin. Bi van xebatan û zêdekirina hesasiyeta welatiyan va me dt ku populasyona masiyan zêde dibe. Çemên be havînên berê lê hindik masî didîtin niha qelekî qerebaxli bûn. Mimkûn e ku meriv li tevahiyê çeman masîkefalan bibîne. Bi akademisyenên 4 zanîngehan ra ji bo populasyona masiyan xebat tên kirin. Encama xebatên 4 sal e dewam dikin ew ê were eşkerekirin. Em ji welatiyan dixwazin ku ji bo ava çeman kêm nebe û masî bi rihetî xerzên xwe daynin bira avê bi tevdîr bixebitînin. Saleke hişkayî erbas dibe. Heke ava çeman kêm bibe masiyên me yê têkevin xetereyê. Dibê em di vê mijarê da bi hesasiyet tevbigerin."

Dr. Mustafa Akkuşê hîndekarê Zanîngeha Yuzuncî Yilê ya Wanê jî got îsal ji ber nexweşiyê koça masiyan zêde teqîb nekir.

Akkuş got xebatên parastina masîkefalan ên li Behra Wanê li dinyayê dibe mînak, saziyên fermî û saziyên civaka sivîl bi hev ra tevdigerin û masiyan diparêzin.

Akkuş got serkeftina xebatên parastinê her ku diçe zêde dibe û wiha pê da çû:

"Salên germ masî 18 santêm dihatin, îsal kêm û zêde 22-23 santêm tên. Hem li Tirkiyeyê hem jî li dinyayê girtina masiyan gelekî kêm bû lêbalê li Behra Wanê bi saya tevdîran û parastinê gelek masî hatin girtin. Ev jî nîşan dide ku populasyona masiyan zêde dibe. Em dibînin ku di nav çeman da bi hezaran masî digerin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE