Şaredariya Şahinbeya Gazîantepê ji bo parastina xweza û heywanan projeyên ji hev cuda dimeşîne. Şaredariyê vê carê jî ji bo çîvikan hêlînên rengorengo çêkirin. Xebatkarên şaredariyê hêlîn danîn park û baxçeyan.
Şaredariya Şahinbeya Gazîantepê ji bo parastina xweza û heywanan projeyeke cuda xist rewace.
Di çarçoveya projeyê de xebatkarên şaredariyê ji bo çîvikan hêlînên depik amade kirin, pişt re jî ew hêlîn rengo rengo boyax kirin.
Şaredariyê li parkên bajêr û baxçeyên dibistanan dar tespît kirin û hêlîn danîn ser daran.
Şaredarî bi vê projeyê him xwedî li heywanan derdikeve him jî bala zarokan dikşîne ser parastina xwezaye.