Ev der navenda Perwerdeya Taybet a Ali Kuşçu ya li Mûşê ye.
Di vê dibistanê de niha 57 zarokên astengdar tên perwerdekirin.
Yek ji wan perwerdeyan jî gihandina sadirên sebze û şitlên fêkiyan e.
Zarokên astengdar di bardaxên plastîk de şitlan datînin û her roj yek bi yek av didin.
Niha di bardaxan de 4 hezar û 500 sadirên wek yên bîber, bacanên sor û xiyaran hene.
Xwendekar dê qismekî şitlan bifiroşin yên din jî dê li hewşa navenda perwerdeyê deynin.