Li Hakkariyê, hefteya borî hirçek ketibû axura gundiyekî. hirç nêzî 50 pez telef kiribûn. ev hirç piştî 5 rojan vê carê hat gundcorkê û ket axura gundiyekî din. hirç banên axuran qul dike, dadikeve axuran û heywanan dixwe.
Îsal gundiyên Hakkariyê ji êrişên hirçan bêzar bûn.
Hefteyek berê li Gundê Orîtê hirçek ket axura gundiyekî û nêzî 50 heywan telef kirin.
Piştî 5 rojan vê carê hirç daket Gundcorkê. Hirç banên axuran qul dike, dadikeve nav heywanan û wan telef dike.
Gundî gelek mexdûr in û ji rayedaran alîkariyê dixwazin.
Heta niha ji ber vî hirçî nêzî 100 pezên gundiyan mirar bûne.