Li herêma Tosun Pinarê ya Kozluka navçeya Batmanê zarok û ciwan di nav çiqlên bistrî da givîjan berhev dikin, difroşin û xercaneya xwe derdixin.
Fêkiyên dargivîjên texma Tosun Pinar û Degîrmen Dereyê payîzê digihêjin.
Zarok û ciwanên ku li herêmê dijîn, givîjan berhev dikin û qismekî wan dibin mala xwe, qismekî wan jî kîloya wan bi 3 an jî 4 lireyî difroşin.
Mustafa Doyan diyar kir ku ew hin rojan 5-6 kîlo givîj berhev dikin û ev fêkî him bi tehm e û him jî şifadar e.