Xeyala Bager Çalişçi pêk tê

"Fazil Say em vexwendin konsera xwe ya li Navenda Hunerê ya Lutfî Kirdar a Stenbolê ya ku wê di 30yê hezîranê da çêbibe.

Xeyala Bager Çalişçi pêk tê

Bager Çalişçiyê xwedî qabiliyeteke mezin e ku dikare hemû dengên xwezayê bike notayên muzîkê wê piyanîst Fazil Sayê ku li dinyayê navdar e nas bike û xeyala xwe ya mezin pêk bîne.

Çavên Bager Çalişçi (7) nabînin, lê qabiliyeteke wî heye ku guhên wî pir baş dibihîzin, ji vê qabiliyetê ra dibêjin "absolut" (bêqisûr).

Mamosteyê muzîkê Caner Keser jî wek Bager nabîne, lê gelekî hewl dide xwendekarê wî Bager ji hêla muzîkê va pêşva here û xeyala wî ya konserê pêk bê.

Bager çend roj berê konsera xwe ya ewil li pêşberî zarokên gund li dar xist. Piştî ku wêne û dîmenên vê konserê li ser medyaya civakî belav bûn gelek kesan piştgirî dan wî.

- "Ez spasiya Birêz Say dikim"

Mehmet Çalişciyê bavê Bager Çalişçi ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand gelek kesan telefonî wî kirine û Bager pîroz kirine.

Çalişçi wiha axivî: "Bager dixwaze piyanîst Fazil Say nas bike, ew ê bên li gel hev ku em ji ber vê pir kêfxweş in. Hunermendê navdar li hemberî me bêdeng nema, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî dîmenên me parve kir û em ji ber vê hestiyar bûn. Ez li ser navê şexsê xwe spasiya Birêz Say dikim."

- "Mirovên qenc dîsa ew tenê nehîştin, destê wî girtin"

Mamosteyê muzîkê Caner Keser jî anî ziman piştî konsera Bager a li gund gelek kesan telefon kiriye peyamên pîrozbahiyê û piştgiriyê dane.

Keser got van peyaman hêz daye wan û wiha axivî: "Mirovên qenc ên vî welatî ewladekî xwe dîsa tenê nehîştin, destê wî girtin. Em ji dil û can spasiya her kesî dikin. Xeyala Bager a herî mezin ew bû ku ew piyanîst Fazil Sayê ku li dinyayê navdar e nas bike. Birêz Fazil Say piştî ku nûçeya Bager temaşe kir li ser hesabên xwe yên medyaya civakî hestên xwe parve kir, heta got ew giriye. Em jî hestiyar bûn û serfiraz bûn. Fazil Say em vexwendin konsera xwe ya li Navenda Hunerê ya Lutfî Kirdar a Stenbolê ya ku wê di 30yê hezîranê da çêbibe. Em ê li wir bi hunermendê navdar ra bên bal hevdu, em pir kêfxweş in."

Keser got divê Bager ji kesên pispor perwerdeyê hilde.

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 16:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE