Xeyala keçikên piçûk bi cih hat

Qeymeqamiya Sasonê dengê wan bihîst û dibistan anî ber lingê wan.

Xeyala keçikên piçûk bi cih hat

Jı bo 5 xwîşkên li gundê Hatneya Sasonê xeyala mezin xwendin bû. Keçikên ku ji ber nexweşiyên xwe nikaribûn biçin mektebê, bi saya qeymeqamtiyê gihîştin mirazên xwe. Êdî ew jî weke hemsalên xwe dersan werdigirin.

5 xwîşk..

Sema 15, Tülay 12, Songül 11, Zehra 7 û biçuka malê Nurcan jî 6 salî ye.

Hemû jî ji ber nexweşiya hestiyan nikarin weke hemsalên xwe bimeşin û bilîzin.

Lê her tişt li aliyekî, xwendin ji bo wan xeyalek bû.

Qeymeqamtiya Sasonê bi alîkariya rayedarên bajêr û navçeyê xeyala wan bi cih anî û ji wan re dibistanek ava kir.

Niha her roj li gorî salên wan mamosteyek tê malê û dersan dide keçikan.

Malbat jî gelek kêfxweş e ku keçikên wan gihîştin mirazên xwe û niha dersan dibînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE