Xeyala wî pêk hat

Xwendekar li wesayîta qeymeqam siwar bû...

Xeyala wî pêk hat

Li Xelata Bilîsê xeyaleke zarokekî hebû. Dixwest rojekê li wesayîta meqamekê siwar bibe. Qeymeqamê xelatê bi vê hesiya û ji bo wî zarokî wesayîta xwe şand gundê wî.

Batuhan Îşler xwendekarê pola 4an e.

Xeyala wî ya herî mezin, dixwest rojekê li wesayîta meqamekî siwar bibe.

Batuhan her tim wêneyê wesayîta qeymeqam xêz dikir.

Qeymeqamê Xelatê Erkan İsa Erat bi vê hesiya û ji bo wî zarokî wesayîta meqam şand gundê Karmunçê.

Parêzvanên qeymeqamiyê û ajokarê taybet, Batuhan li wesayîtê siwar kirin û di nava gund de gerandin. Kêfa Batuhan Işler gelek hat.

Parêzvan heta ber deriyê dibistanê li bal Batuhan bûn û jê re derî vekirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE