Her du astengdarên aşiq Meryem û Hesen bi alîkariya baskê jinan a Ak Partiyê ya Şirnexê û Komeleya Heyva Spî bi dawetekê mezin zewicîn.
Meryem û Hesen ev 5 sal in dergistî ne.
Ji ber ku îmkana wan tune nekarîn bizewicin.
Komeleya Heyva Spî û Baskê Jinan a AK Partiyê ya Şirnexê, alîkariya wan kir û herdu aşiq bi daweteke mezin gihaştin mirazê xwe.
Şahdiya bûk û zava jî Seroka Baskê Jinan a AK Partiyê Hatice Atan û Serokê Komeleya Heyva Spî Sabri Özcan kir.
Ligel bûk û zava malbatên wan jî pir kêfxweş bûn.
Hesen di 8 saliya xwe de qezayek derbas kiriye û her du piyên wî hatine birîn.
Meryem jî ji roja ku hatiye dinyayê û vir ve nikare bimeşe.
Lê bi vê eşqê her duyan jî astengiyên xwe ji bîr kirine.