Xeyalên zarokan bi cih anîn

Kursiyeran ji bo zarokan pêlîstok çêkirin

Xeyalên zarokan bi cih anîn

Li Qosera Mêrdînê, kursiyerên Navenda Piştgiriya Malbatê pêlîstokên di xeyala zarokan de çêkirin û diyarî wan kirin. Zarokên ku bi miraza wan bû, têra dilê xwe bi pêlîstokan lîstin.

Cilên qehremanên navdar, erebok, bûk û pêlîstokên rengoreng.

Zarokên Qoserî 3 meh berê resmên van pêlîstokên ku dixwestin, çêkiribûn.

Kursiyerên Navenda Piştgiriya Malbatê jî xeyalên wan bi cih anîn, pêlîstokên di xeyalên wan de çêkirin.

Zarok di dawiya bernameyê de têra dilê xwe reqisîn û bi pêlîstokan kêf kirin.

Dîroka nûkirinê: 01 Çile 2019, 18:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE