Xizangên hespan tevkariyê didin turîzma Gola Çildirê

Xwediyên xizangên hespan ên zivistanê li gola cemedgirtî nanê xwe bi dest dixin tevkariyê didin turîzma herêmê û ji bo nanê xwe guh nadin sermayê.

Xizangên hespan tevkariyê didin turîzma Gola Çildirê

 Xwediyê xizangên hespan ên turîstên tên Gola Çildirê ya ji ber sermeyê û berfê rûyê wê bi tevahî dicemide digerînin hem bi vî karî debara xwe dikin hem jî tevkariyê didin turîzma herêmê.

Gola Çildirê ya li sînorê Ardahan-Karsê cî digre piştî Behra Vanê gola herî mezin a Herêma Rojhilatê Anadoluyê ye. Ji ber hewaya sar rûyê golê bi tevahî cemed digre û qalindahiya cemedê ya li hin ciyên peravê digihîje 30 santêmî.

Xwediyên xizangên hespan ên zivistanê li gola cemedgirtî nanê xwe bi dest dixin tevkariyê didin turîzma herêmê û ji bo nanê xwe guh nadin sermayê.

Betaniyan diavêjin ser hespan

Xwediyên xizangan di hewaya sar da dixebitin ku nanekî bibin mala xwe û di demên xwe yên vala da li holikên rexê golê çêkirine sobeyê dadidin û çayê dem dikin.

Xwediyên xizangên li herêmê bûne nîşaneya turîzma zivistanê motanî çavên xwe hespên xwe xwedî dikin.

Piştî gera li ser gola cemidî xwediyên hespan betaniyan diavêjin ser hespê xwe ku wan ji sermayê mihefeze bikin.

Yakup Topkayayê xwediyê xizanga hespan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku her çiqasî hewa sar be jî karê xwe didomînin û nanê xwe qezenc dikin.

Topkaya wiha axivî: "Hin rojan wisa dibe ku ji şebeqê hetanî êvarê em turîstan digerînin. Em seranserê rojê ligel sermaya hewayê karê xwe dikin. Hin caran em di tevahiyê rojê da dixebitin. Me ji bo çareseriya vê ji xwe ra holik çêkirin. Di holikê da hem xwe germ dikin hem jî bîna xwe didin. Dema firsendê bibînin jî çayê dem dikin."

Zevcet Baytoreya li xizanga hespan siyar bû jî got ku bi mêrê xwe ra ji Stenbolê hat vê derê, gelekî ji vê derê hez kirin, ew ê dîsa werin herêmê û wiha pê da çû: "Xwediyên hespan wan gelekî baş xwedî dikin. Ez jî eleqeyê nîşanî hespan didim. Ya ku li vê derê bala min kişand ew e ku xwediyên xizangan piştî karê wan diqede betaniyan diavêjin ser hespên xwe. Ez gelekî di tesîra vê da mam. Ji bo serma nekin hem xwe hem jî hespên xwe diparêzin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE