Ekîbên şaredariya Mardinê ku di çarçoveya xizmeta “lênêrîna li malê” de hatine wazîfedarkirin, vala nasekinin. Ekîbên şaredariyê vê carê çûn Dargeçitê û li wir extiyar û mexdûrên ku nikarin ji malê derkevin traş kirin.
Şaredariya Mardinê di çarçoveya xizmetên Lênêrîna li Malê de extiyar û mexdûran tenê nahêle.
Ekîbên Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo welatiyên ku ji ber sal û nexweşiyên xwe nikarin ji malê derkevin bi şev û roj dixebitin.
Ekîbên şaredariyê vê carê ji bo xizmeta extiyar, astengdar û nexweşên ku nikarin derkevin derve berê xwe dan Dargeçitê .
“Em îro li ser navê walî û şaredarê xwe li Dargeçitê ne. Em ê li vir di serî de extiyar û astengdarên ku nikarin derkevin derve traş bikin.
Welatiyan, ji bo vê xizmetê spasî ekîb û rêvebiriya şaredariya Mardinê kir.