Xizmeta ji bo nexweşên çolyakê

Şaredariyê ji bo nexweşên çolyakê firina bêgluten vekir  

Xizmeta ji bo nexweşên çolyakê

Şaredariya Semsûrê ji bo nexweşên çolyakê firina bêgluten vekir. di firinê de nan, pasta û kurabiyeyên bêgluten wê bên çêkirin û firotin. 

Nexweşên çolyakê ji ber ku nikarin glutenê hezim bikin, nan û xwarinên ku bi genim hatine çêkirin naxwin. 

Ji bo vê jî divê xwarinên bêgluten bixwin. Şaredariya Semsûrê ji bo nexweşên çolyakê projeyek da destpêkirin

 

Di çarçoveya projeyê de firina bêgluten hat vekirin. 

Parlamenterê Semsûrê Ahmet Aydın û Şaredarê Semsûrê Süleyman Kılınç jî beşdarî merasîma vekirinê bûn. 

Şaredar Kılınç behsa projeya firina bêgluten kir û got em bi her awayî xizmetê didin gel. 

Di firinê de nan, pasta û kurabiyeyên ku bi arvana garis hatine çêkirin hene. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE