Li Beytüşşebapa Şırnakê, li Zozanê Feraşînê 4 malbat dijîn. Ji bo zarok ji dersên xwe nemînın ekîbên ceyranê hatin û erizaya ceyranê çareser kirin. Serokatiya Federasyona kişikê jî tablet û kişik diyarî zarokan kir.
Li Beytüşşebap Şırnakê li zozanê Feraşînê 4 malbat dijîn.
Li zozanê 2 hezar û 650 metre bilind, beriya niha zarokan bi qepaxên şûşeyan kişik lîstine.
Vê yekê bala federasyona kişikê kişandiye.
Serokatiya federasyona kişikê ji bo zarokan kişik, tablet, pirtûk û pêlîstok şandin Feraşînê.
Federasyonê bi nameyekê jî ji bo piştî şewbê zarok vexwendin tûrnûvaya kişikê.
Axîn Aslanê ji bo vê eleqeyê ji seroka federasyonê Gülkız Yülayê re spas kir.
Zarok wê piştî şewbê li Antalyayê bibin mêvanê federasyona kişikê.