Li Siirtê, bi hevkariya zanîngeha Siirtê û Ajansa Pêşketinê ya Dicleyê tesîseke islahkirina pez tê çêkirin. maliyeta tesîsê 8 milyon lîre ye. di tesîsê de pezên baştir wê bên islahkirin.
Bi hevkariya Zanîngeha Siirtê û Ajansa Pêşketinê ya Dicleyê li Siirtê li ser islahkirina pez tesîsek tê çêkirin.
Rektorê zanîngehê Prof. Dr. Nihat Şindak derbarê projeyê de agahî da û got bi saya vê tesîsê dê heywandarî pêş ve biçe.
Şindak: ”Em ê li seranserê dinyayê li ser mih û bizinan lêkolînan bikin. Dema me pezên baştir tespît kirin, em ê wan bînin tesîsa islahkirinê. Qeydên wan bigirin, islah bikin û bidin cotkarên xwe. Bi saya vê jî wê pezên baştir zêde bibin.”
Tevahiya projeyê 16 milyon lîre ye. Ajansa Pêşketinê ya Dicleyê wê 7 milyon lîreyî bide.
Ji bo ku bajarê Sêrtê û Zanîngeha Sêrtê di heywandariyê de bi pêş keve wek herêma pîlot hat diyarkirin.
Bi saya vê projeyê wê mih û bizinên baştir bên xwedîkirin û dê heywandariya li herêmê bi pêş keve.