Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Gaziantepê diçin malên astengdar, kal û pîran sobeyên wan datînin, amadehiya ji bo zivistanê dikin. Ji bo ku ew ji dûxana sobeyê jehrî nebin wan agahdar dikin.
Li Gaziantepê ji bo kesên astengdar, kal û pîr li malên wan xizmet tê kirin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin li malên wan sobeyên wan datînin.
Li hemberî îhtimala jehrîbûnê wan agahdar dikin.
Serokê Daîreya Xizmetên Tenduristiyê û Astengdaran Dr. Serdar Tolay got, "Bi tevkariya Serokatiya Tîmên Agirrkujiyê, em sobeyên wan datînin. Ekîbên me borî û baceyan paqij dikin û wisa sobeyan datînin. Em ne bi tenê malên wan germ dikin, em dilê wan jî şad dikin. Ger ji kal û pîran, astengdaran kesên cî û warê wan tune be em ê ji bo wan stargehekê jî amade bikin."
Ligel vê xizmetê, ger hewce be xizmeta tenduristiyê jî tê dayîn.