Şaredariya Elazığê wê li ser riya mezin a bajêr termînala otobûsan çêbike. Ji bo çêkirina termînalê wê di 5ê tebaxê de îhale were kirin. Di termînala nû de ji bo sekinandina otobûsan 49 heb peron hene.
Li bajarê Elazığê êdî termînala kevn a otobûsan ji bo çûnûhatinê têr nake.
Şaredariya Elazığê jî biryar da ku li ser riya mezin a bajêr termînaleke nû ava bike.
Şaredarê Elazığê Şahin Şerifoğullari derbarê pêvajoya îhale û çêkirina termînalê de agahî da.
Şaredarê Elazığê Şahin Şerifoğullari: ”Em ê li ser riya mezin avahiya nû ya termînalê çê bikin. 8 donimî zêdetir qada vekirî, ji 6 donimî zêdetir jî qada nîvvekirî wê bê çêkirin. 42 heb gîşeyên biletan, 18 heb dikan, 2 heb kafe û restoran, cihên bêhmvedanê, mescîd hene. 49 heb jî ji bo otobûsan peron wê bên avakirin.
îhaleya Avahiya Termînala Otobûsan wê di 5ê Tebaxê de bê çêkirin. Piştî îhaleyê di nav demeke kurt de wê înşaata termînalê dest pê bike.
Şaredarî plan dike cihê termînalê berê jî wek qada şîn ava bike.