Xizmetên Şaredariya Şahinbeyê

Xebatkarên şaredariyê li sûk û bazaran poşêtên qurbanê belav kirin.

Xizmetên Şaredariya Şahinbeyê

Şaredariya Şahinbeya Gazîantepê di çarçoveya tevdîrên vîrûsa koronayê de projeyek da destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de xebatkarên şaredariyê li sûk û bazaran poşêtên qurbanê belav kirin.

Midûriya Karên Pajiqiyê ya Şaredariya Şahinbeya Gazîantepê beriya Cejna Qurbanê projeyeke cuda da destpêkirin.

Xebatkarên şaredariyê di çarçoveya projeyê de li sûk û bazaran li esnaf û welatiyan poşêtên qurbanê belav kirin.

Bi projeyê tê xwestin welatî di Cejna Qurbanê de çop û bermayiyên xwe texin van poşêtan û derdor paqij bimîne.

Şaredarî plan dike ku di cejnê de vê xizmeta xwe li cihên serjêkirina qurbanê jî bidomîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE