Xortekî Amedê, bi Navê Nîhat Aydin, li kuweytê beşdarî pêşbirka dameyê ya navdewletî bû. aydin, bi stratejiya bav û kalan reqîbê xwe yek bi yek têk bir û bû şampiyonê cîhanê.
Kûpaya dameya cîhanê, îsal yekî Diyarbekirî qezenc kir. Ji ber vê, li qehwexaneyên bajêr kêf û kelecana dameyê heye.
Dame, lîstika aqil, stratejî, plansazî û sebrê ye.
Nihat Aydinê 30 salî ev 20 sal e ku bi dameyê dileyîze.
Nihat Aydin 2 hefte berê li Kuweytê ket pêşbirka dameyê ya navdewletî.
Ji 8 Dewletan 50 damebazên herî zîrek tevlî misabaqayê bûn.
Nihat Aydinê Diyarbekirî reqîbên xwe yek bi yek têk birin û kûpaya cihanê girt.
Li bajarê Amedê her kes ji Aydin re dibêje “şampiyon.”