Îxracata dendikên petêxan

Ji Midyatê salê 50 ton dendik tên şandin Ewropayê

Îxracata dendikên petêxan

Her sal ji Midyatê bı tonan dendikên petêxan tên şandin Ewropayê. Dendikên ku bi kedeke mezin tên derxistin û li ber tavê tên hişkkirin, di serî de Elmanya li gelek welatan tên belavkirin. Esnafên bajêr dibêjin; em ê îsal 50 ton dendik îxrac bikin.

Petêxên Midyatê him bi tam, him jî bi bêhna xwe gelek meşhûr in.

Li gel vê, dendikên ku ji petêxan tên derxistin jî bi nav û deng in.

Ji Midyata ku bûye navenda van dendikan, her sal bi tonan tên şandin Ewropayê.

Esnafên bajêr dibêjin; Hilberîna îsal gelek baş e. Li gorî texmînan em ê bi qasî 50 ton dendik bişînin Ewropayê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE