Xêrxwaz bê pere simîtan didin belavkirin

Li Amedê ji kesên hewcedar re simît belaş in.

Xêrxwaz bê pere simîtan didin belavkirin

Li Amedê xêr û kampanyeke balkêş dest pê kiriye. Esnafên xêrxwaz bê pere li hewcedaran simîtan didin belavkirin.

Li Amedê ji kesên hewcedar re simît belaş in.

Xêrxwaz ji bo hewcedaran li navçeya Surê bêpere simîtan didin belavkirin.

Bi xêr û daxwaza welatiyan simîtfiroş Mehmet Emin Çiftçî li ser dezgeha xwe ‘Kesên hewcedar dikarin bê pere simîtan hildin’ nivîsandiye.

Simîtfiroş Mehmet Emin Çiftçi : Wek kevneşopiyekê berê tenê rojên pêncşem û înê bêpere simît dihatin belavkirin. Lê belê gelê Amedî her wextê camêriya xwe nîşan didin.

Kampanyaya ku bi du xêrxwazan dest pê kir mezin bû. Niha 50 esnaf piştgiriyê didin belavkirina simîtan.

Piranî zorak kolorîkên bêpere radikin û zikê xwe têr dikin.

Hemwelatiyên Diyarbekirê ji vê kampanyaya balkêş kêfxweş in.

Dîroka nûkirinê: 10 Kanûn 2018, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE