Bajarê Karsê bi hingiv, penîr, gravyer û rûnê xwe yê malê tê nasîn. Bi saya Trêna Ekspresa Rojhilat ev xurek zêdetir tên firotin. Lewra her roj gelek turîst tên bajêr û ji xwe re ji van berhemên xwezayî dikirin.
Hingivên xwezayî, penîr û rûnê malan…
Ev nûçe ji dikareke xurekan a li navenda Karsê ne.
Dema Kars tê gotin her tim ev xurekên xwezayî û xweş tên bîra mirovan.
Li navenda bajêr bi vî awayî 230 dikanên xurekan hene.
Bi çalakî û projeyan ev xurek û berhem zêdetir tên firotin.
Bi taybetî trêna Ekspresa Rojhilat tesîreke baş li bazara Karsê dike.