Xurmeyên Pervariyê

Li baxçeyên Siirtê xurme tên gihandin...

Xurmeyên Pervariyê

Gundiyên Pervariya Siirtê, ji Antalyê şitlên xurmeyên anîn û li baxçeyên xwe danîn. Darên ku wan çikandin îsal xurme girtin. Cotkarên Sêrtî dibêjin tehma xurmeyên me ji yên herêma Behra Spî xweştir e.

Li Berwariya Sêrtê cotkaran ji bo ceribandinê ji Antalyê şitlên xurmeyan anîn.

Wan dît ku ax û hewaya herêmê, ji bo çandina vê darê misaît e, gelek şitlên din anîn.

Niha jî ji van daran berê xwe hildidin û li bazarê difroşin.

Cotkarên herêmê dibêjin xurmeyên me organîk û bê derman in, tehma wan ji ya xurmeyên herêma Behra Spî xweştir in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE