Li Diyarbekirê hostayek bi burger, kutilk, boreg û sûşî ecîn çêdike. Ekl û xwarina nû eleqeyeke mezin dibîne. Kesên ku berê ecîn ango çîgê goşt nedixwarin êdî ew jî van xwarinên taybet tehm dikin.
Danxav, çîgê goşt an jî ecîn li herêma başûrê rojhilat xwarineke him tûj him jî şêrîn e.
Ecîna ku bi savar, goşt kutayî, îsot, salçe û pîvazan tê strandin êdî bi menûyên nû tê ser sifreyan.
Li Diyarbekirê hosteyê bi navê Omer Tînte tehm û xwarina 500 salî guhert.
Êdî ecîn ne tenê sar bi 7 cûre xawrinên germ tê çêkirin. Sûşî, ecîn û kutilk ecîn pir bal dikşîne...
Xelkê Diyarbekirê ji ecîna germ jî pir hez kir. Kesên ku berê ecîn nedixwarin êdî ew jî van menûyên taybet tehm dikin.