Xwarin û tehmên bajarê Sêrtê

Li Navenda Civakî ya Pir Armancî (ÇATOM) qursa aşpêjiyê hat vekirin û keçên xama li wir hînî tehmên Sêrtê û pêjandina xwarinên bajêr dibin.

Xwarin û tehmên bajarê Sêrtê

Xwarin û tehmên bajarê Sêrtê ku li ber windabûnê ne wê bi saya xebatên ciwanan bên parastin.

Li Navenda Civakî ya Pir Armancî (ÇATOM) qursa aşpêjiyê hat vekirin û keçên xama li wir hînî tehmên Sêrtê û pêjandina xwarinên bajêr dibin.

Xwarinên wek sincox, kitêl (kiftê pehn), gebole, kekê waraq û dolmê pelan ku çêkirina wan bi saetan dewam dike him ji hêla teorîk û him jî ji hêla pratîk va hînî ciwanan tê kirin.

Berpirsa ÇATOMê Pelîn Ertekînê got ku bi saya navendê jinên bajêr tên cem hev, tiştên zanin hînî hev dikin û ji di mijarên nizanibin da jî ji yên zanin îstifade dikin.

Ertekînê destnîşan kir ku niha 54 kes tên qursa aşpêjiyê û wiha pê da çû: "Ji dervayê bajêr jî kesên tên qursê hene. Tehmên Sêrtê gelek in. Em dixwazin ciwanên me jî van tehman hîn bibin û bizanibin da ku ew winda nebin. Bi saya pêşbaziyên em organîze dikin va keçên me yên xama wan xwarinan çêdikin û em jî ji bo teşwîqkirina vê yekê hewl didin. Keçên me yên li vê qursê tên bal hev hûrgiliya xwarin û tehmên Sêrtê hîn dibin."

 Ceyhan Erkoya ku xwarinê hînî beşdarbûyiyên qursê dike jî ragihand ku ji ber bi karekî wiha ra eleqedar e gelekî kêfxweş e û wiha pê da çû: "Qet nebe ew tehmên ku pîrên me û dayikên me çêdikirin em jî hînî keçên xwe dikin û ew jî ji xwarinên hazir dûr disekinin. Çêkirina xwarinên me gelekî zehmet e û di demên ewil da kesên li qursê piçekê zehmetiyê dikişînin lê paşê hîn dibin."

 "Bavê min xwarina min çêkir gelek eciband"

Elîf Kiliça ku li qursê hînî çêkirina xwarin û tehmên bajêr dibe jî got: "Min xwarina ku diya min, bûka min û xwîşka min çêdikirin her tim dixwar û ji ber vê jî qet xwarin çênedikir. Paşê diya min wefat kir, xwîşka min zewicî û bûka min jî bar kir. Ez û bavê xwe bi tenê man û lazim bû ez bikaribim xwarinê ji me ra çêkim. Li ser vê ez hatim vê derê û hînî çêkirina xwarinê bûm. Min ji bavê xwe ra li malê sincox çêkir û wî gelek eciband û dibe ku ji min ra loqinteyekê jî veke." 

Fatoş Ekînê jî diyar kir ku ji zarokatiya xwe vir va dixwest kevanîtiyê bike lê tu carê fersenda wê çênebû û wiha pê da çû: "Bi saya qursa li vê derê ez niha gelek tiştan çêdikim. Ji sincoxê bigir heta kifte û gelek tiştên din li vê derê hîn bûm."AA

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE