Üzümverena Güroymaka Bitlisê li herêmê bi xwedîkirina qazan jî tê nasîn. Bi taybetî jî goştê qazên ku berfê dibînin û pê xwedî dibin gelek tê ecibandin. Ji bo vê li herêmê xwedîkirina qazan jî roj bi roj zêde dibe û çewligên nû vedibin.
Dema behsa goştê qazan tê kirin, bajarê Karsê tê bîra mirov.
Lewra Kars bi tam û lezeta goştê qazên xwe gelek navdar e.
Ji bilî qersê li hin deverên din jî ji bo goştê wan qaz tên xwedîkirin.
Ji wan deran yek jî Güroymaka Bitlisêye.
Qazên ku li vir tên xwedîkirin, piştî ku berf dikeve û bi berfê xwedî dibin, tama goştê wan gelek bitam dibe.
Kesên ku vî karî dikin dibêjin; “Ji bilî Bitlisê ji gelek bajarên din jî xelk ji me goştê qazan dixwaze.”