Xwarina taybet a Gaziantepê

Li Entabê piştî nimêja cejnê “Şorbeya Kuftikan an jî Yuvalama” tê îkramkirin

Xwarina taybet a Gaziantepê

Li sernaserê welêt gelek xwarinên taybet ên eydê hene. li Dîlokê jî dema cejn tê şorbeya binok û mast tê çêkirin. navê wê şorbeya kuftikan an jî “yuvalama” ye. jinên bajêr tên ba hev û vê xwarina taybet çê dikin. şorbe serê sibê piştî nimêja cejnê tê xwarin.

Bajarê Entabê bi çand û xwarinên xwe yên dewlemend tê nasîn.

Jinên Entabî, ji bo cejnê şorbeyeke taybet çêdikin. Navê wê yê taybet “Şorbeya kuftikan an jî Yuvalama” ye.

Jin di şevên rojiyê de tên ba hev û bi nok, goşt, mast û hevîr xwarineke xweş û taybet çê dikin.

Dema mêr ji nimêja eydê vedigerin, ew tama bi nav û deng tê pêşkêşkirin.

”Wekî her eydê, îro jî dayikên me serê sibê rabûn û yuvalama çêkirin. Dema bav û birayên me ji nimêjê hatin em bi hev re vê şorbeya taybet dixwin.”

Li Entabê ev îkrama Yuvalamayê bi sedan sal in ku wek kevneşopiyekê dewam dike.

Dîroka nûkirinê: 05 Hezîran 2019, 15:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE