Xwarineke zivistanê: Sincoq

Welatî ji bo zivistanê bixwin sincoqên goşt didin çêkirin.

Xwarineke zivistanê: Sincoq

Li Sêrtê welatî, her payîz ji xwe re sincoqên goşt didin çêkirin. Sêrtî dibêjin sincoqê welatê me gelekî bi tehm û çej e.

Ewil goştê sor perçe dikin, paşê li makîneyê dixin, herî dawî jî bi sîrê û baharatan distirên, dikin sincoq.

Ev dîmen ji qisabxaneyeke li Sêrtê ne.

Ji ber ku êdî demsala zivistanê dest pê kir welatî her sal di vê wextê de ji xwe re sincoqên goşt yan didin çêkirin yan jî diçin ên hazir dikirin.

Xelkê Sêrtê dibêje ku sincoqên welatê me ji yên febrîqeyan xweştir in.

Hin kes jî dixwazin sincoqên Sêrtê êdî bibin marqe û li welatên din jî werin firotin.

Dîroka nûkirinê: 12 Mijdar 2019, 16:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE