Sir û serma çandên cuda yên xwarinê jî bi xwe re tîne. Bi taybetî li deverên cemidî çanda xwarinê jî cuda ye. Serhed yek ji wan deveran e. Dema zivistan tê hema bêjin sobe dibe firûn û di binê wê an jî di çavikê wê de tiştên ji hev xweştir çêdibin.
Dema serma tê û sobe tê dadan wextê hin xwarinan jî tê.
Li herêma Serhedê hema bêjin sobe dibe firûn. Ji wan xwarinan yek kartolên nav sobê ne. Dema sobe tê danîn teqez çavikekê wê ji bo pijandina kartolan e.
Kartolên ku bi agirê sobê dipije bi nivîşkê tê xwarin.
Li Karsê jî kadeya bipenîrê herêmî heye. Penîrê ta yê kufikî tê reşandin nav hevîr.
Piştre ligel rûn wek kade di nav firûnê de tê çêkirin.Herî dawî, ji bo binê wê jî bipije tê danîn ser sobê.
Kadeya Karsê her sal di zivistanê de sifreyan dixemilîne.