Şaredariya Mûşê xwedî li heywanên li derve derket û ew spartin navenda rehabîlîtasyonê ya ajalan. Xêrxwazên Mûşî jî ji bo piştgiriyê tên navendê û xwarinê didin ber wan.
Li Mûşê bi sir û seqemê re jiyan ji bo ajalên li derve zehmettir dibe.
Şaredariya Mûşê ji bo ku di vê sermayê de heywanên li derve necemidin û birçî nemînin, xwedî li wan derket.
Xêrxwaz jî tên navenda rehabîlîtasyonê ya ajalan û xwarinê didin ber heywanan.
Bi saya şaredariya bajêr û xêrxwazan bi dehan ajalên birîndar hatine tedawîkirin û bi sedan ajal zikê xwe têr dikin.