Xwedî li çûk derketin

Xapxapoka biçûk ji birçîna nikaribû bifire

Xwedî li çûk derketin

Xapxapoka biçûk ji koma çûkan ma. Midûriyeta parastina xwezayê ya Îdirê xwedî li çûkê derket. Personelên midûrıyetê dê pıştî tedawiyê çûkê berdin...

Tuzliceya Îdirê ji bo çûkên ku ji bakur tên û koçî cihên germ dikin rawestgehek e.

Her sal di meha Hezîranê de bi hezaran çûk tên navçeyê û bi meha îlonê re jî ber bi başûr ve difirin.

Lê ev xapxapok ji koma xwe ma.

Personelên Midûriyeta Parastina Xwezayê xwedî li çûkê derket.

Midûrê Daîreya Parastina Xwezayê Mete Türkoğlu got,“Her sal ev cisnê çûkan, ji ser bajarê me re ber bi cihên germ ve koç dikin. Lê ji ber ku ev birçî û westiyayî bûye, nekaribûye bifire. Me ew têr kir. Em ê piştî tedawiyê jî berdin.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE