Şükrü Ekin li Siirtê esnafiyê dike. Hevalên wî jê re dibêjin “bavê pisîkan”. Lewra hosta Ekin, beriya ku dikana xwe veke, çiqas pisîkên ku li derûdorê hene berhev dike û bi kezeba ku ji qesab girtiye zikê wan têr dike. Ji bo vê jî ber dikana Şükrü Ekin ji pısîkan kêm nabe.
Beriya ku deriyê dikana xwe veke û dest bi kar bike, zikê pisîkên li derdorê têr dike.
Şükrü Ekînê li Siirtê betanî û lihêfan çêdike. Ji ber ku li pisîkan xwedî derdikeve hevalên wî jê re dibêjin “Bavê Pisîkan”.
Esnafan jî got, “Em 10 sal in cîranên hev in. Xwedê jê razî be, Apê Şukrî beriya ku dikanê veke, qesab bi qesab digere; ji pisîkan re goşt û kezebê dikire. Ji bo wê jî me navê wî “Bavê Pisîkan” daniye.
Lewra Ekîn, her sibê, beriya ku biçe dikana xwe, serî li qesabekî dide û ji bo pisîkan goşt, hestî û kezebê dikire.
Ekîn, tiştê ku ji qesab dikire bi destê xwe hûr dike û dide pisîkan, zikê wan têr dike.
Şükrü Ekin dibêje; “Ew jî ji aliyê Xwedê ve hatine afêrandin, divê em xwedî li wan derkevin.”