Xwedîkirina gamêşan

Di nav berf û cemedê de çêre peyda nabe, ew jî di golê de diçêrin...

Xwedîkirina gamêşan

Li Çaldırana Vanê xwediyên heywanan gelek zehmetiyan dikşînin. Heywandar, di vê berf û cemedê de gamêşên xwe dibin di nav golê diçêrînin.

Ev der Çaldêrana Wanê ye…Her der di bin berfê de maye…

Lê dîsa jî xwediyên ajalan ji bo heywanên xwe çêrê peyda bikin, dikevin nav hewleke mezin.

Serê sibê gamêşên xwe dibin di Gola Qazan de diçêrînin.

Gamêş bi seatan di nav av û cemedê de diçêrin.

Xwediyên heywanan ji ber tunebûna çêrê gamêşên xwe tînin vê derê.

Lê ligel zehmetiya wan, dîmenên gelek xweşik jî derdikevin, wênekêş elaqeyeke zêde nîşan didin.

Dîroka nûkirinê: 09 Çile 2020, 11:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE